May 06, 2022 22:30 Asia/Tehran
  • Daxuyaniyên Tirkiyê û PKKê derbarê şerê li Zap-Avaşîn de

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê Çatakli ragihand ku di operasyonên meha Nîsanê de 63 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane. Ji rêveberên PKKê Murat Karayilan jî diyar kir ku artêşa Tirkiyê li herêmên Zap, Avaşîn-Basyanê ji destpêka operasyona Pence-Kilîd ve heta niha 300 leşkerên xwe ji dest dane.

Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê û Berdevkê vê Wezaretê Îsmaîl Çataklî di "Civîna Agahdariya Çapemeniyê ya Mehane" ya ku li Salona Konferansê ya Wezaretê hat lidarxistin de daxuyanî da û bersiv da pirsên rojnamevanan.

Çataklî diyar kir ku di Nîsana 2022an de li dijî PKK14 jê mezin û 45 jê navend bi giştî 9 hezar û 439 operasyonên gundewarî li dar xistine û destnîşan kir ku li dijî şaneyên nihênî yên PKKê yên li nav bajaran hezar û 324 operasyon pêk anîne.

Çataklî got ku di operasyonan de 63 şervanên PKKê jiyana xwe ji dest dane ku yek ji wan Berpirsê Herêma Colemêrgê ya rêxistinê yê bi navê Semîh Sayilgan ye. 

Li aliyê din Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan jî di radyoya Dengê Welat a PKKê de derbarê mijarên rojevê de diyar kir ku hikûmeta AKP-MHPê ne hikûmeteke asayî ye û got: “Ew hebûn û statuya gelê Kurd ji bo dewleta Tirkiyê xeternak dibîne û ji ber vê yekê dixwaze PKKê û gelê Kurd tasfiye bike. Hikûmet vê yekê weke erk dibîne. Ji ber vê yekê ev 7 sal in li dijî me şerekî bênavber dimeşîne.”

Karayilan derbarê operasyona Pence-Kilîd a artêşa Tirkiyê de ku ji 17ê Nîsanê ve li Zap, Avaşîn-Basyanê li sînorê navçeya Amêdî ya Duhoka Herêma Kurdistanê daye destpêkirin jî got, “Leşker (leşkerên Tirkiyê) nikarin li herêmê bi pêş ve biçin û operasyonê pêk bînin û operasyon negihîşt encamê.”

Karayilan Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar wek "Wezîrê Şer ê Tirkiyê" bi nav kir û got, daxuyaniyên wî yên derbarê şer û operasyonan de ne rast in.

Wî herwiha got ku ji destpêka operasyona Pence-Kilîd de artêşa Tirkiyê heta niha 300 serbazên xwe ji dest dane.

Murat Karayilan destnîşan kir ku di şer û pevçûnan de hejmarek şervanên PKKê jî hatine kuştin û tekez kir, nasnama hinek ji wan hatiye aşkerekirin û ew dê di demên bê de nasnama şervanên din jî aşkere bikin ku di şer de hatine kuştin.

Serepeyv