Nîsan 27, 2022 11:11 Asia/Tehran
  • Konseya Ewropayê xwest bila Kavala zûka bê azadkirin

Serokê Encûmena Parlamenteran a Konseya Ewropayê Tiny Kox, derbarê dayîna cezayê heta heta yê girtîgehê bo karsaz û çalakvanê Tirkiyê Osman Kavala de daxuyaniyek belav kir û got: “Beyî dernegmayîn divê Kavala bê azadkirin.”

Dadgeha 13emîn a Cezayên Giran a Stenbolê di çarçoveya Doza Parka Geziyê de 25ê Nîsana 2022ê bi hinceta hewla “hilweşandina pergela Destûra Bingehîn” cezayê heta heta yê girtîgehê da karsaz û çalakvanê Tirkiyê Osman Kavala.  Herwiha ji bo 7  kesên din ên ji doza Geziyê tên darizandin jî 18 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Ev biryara dadgeha navborî li nav Tirkiyê û derveyî Tirkiyê bû sedema nerazîbûnan.   

Serokê Encûmena Parlamenteran a Konseya Ewropayê Tiny Kox, derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û got: “Dayîna cezayê heta hetayê bo Osman Kavala ji aliyê dadgeheke Stenbolê ve  cihê şokbûnê ye.Bêyî derengmayîn divê Kavala bê azadkirin.” 

Osman Kavala ku karsazekî naskirî ye li nava Tirkiye, ev 4 sal û nîv in di girtîgehê de ye. Piştî bûyerên Parka Gezî yê Kavala hatibû girtin û tomet ew bû ku wî ew çalakî organîze kirine û hewl daye desthilatê ji nav bibe.

Dadgeha Mafên Mirovan a Tirkiyê berî niha ragihandibû ku doza ku li dijî Kavala hatiye vekirin siyasî ye û ji Tirkiyê daxwaz kiribû ku ew bê azadkirin.

Serepeyv