Nîsan 15, 2022 15:55 Asia/Tehran
  • Li Perwariya Sêrtê kevneşopiya fitarvekirina bi sîrenê 95 sal e didome

Li Perwariya navçeya Sêrtê bi qasî 95 salan e gel digel banga mela, bi dengê sîrenê (cûreyeke alarm û ajîran) wek va fitara xwe vedike.

Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, Li navçeya Perwariyê pergala sîrenê ya ku di salên destpêkê yên Komara Tirkiyê da ji bo navçeyê hat şandin da ku dema fitar û paşîvê ji gel ra ragihîne, bû sembola meha remezanê.

Pergala sîrenê ya Şaredariya Perwariyê ya ku gelê navçeyê jê ra dibêje "borezan" di dema fitarê da piştî banga mela ji hêla peywirdarê pergalê ji bo deqeyekê tê vekirin.

Peywirdarê pergala sîrenê Hadî Ozerê 76 salî diyar kir, 20 sal e ji banê mala wî di dema fitar û paşîvê da sîren lê dide.

Ozer bal kişand, berê ji ber ku li navçeyê mizgefta bimînare û daholvan tunebûye, pergala sîrenê hatiye anîn û di nava demê da jî pergal bûye kevneşopî.

Ozer got ku niha ew bi telîmata Şaredar Tayyar Ozcan, sîrenê bi kar tîne û wiha got:

"Di dema fitarê da wekî rêznîşandanê, ez piştî bangê sîrenê vedikim. Herkes hînî vî dengî bûye. Sîrena bêceyran a ku bi zivirandina destêkê va dixebite, ez di dema fitar û paşîvê da vedikim. Dengê sîrenê her wiha ji gundên dûr jî tê bihîstin."

Welatî Selman Şimşek jî diyar kir ku dengê sîrenê di meha remezanê da bûye kevneşopiyeke navçeyê û wiha got, "Em ji çanda borezanê xweş in. Ji zaroktiya me û vir va heye, dema em zarok bûn me pir guhdarî dikir. Carinan gava lê dida, em direvîn û me xeber dida mezinan ku wextê fitarê hat."

Evdilrezaq Buluç jî got ku nexasim dema ceyran diçe, herkes li benda dengê sîrenê dimîne ku wextê fitar û paşîvê pê derxe.

 

Serepeyv