Nîsan 05, 2022 13:17 Asia/Tehran
  • Kêmasiya bazirganiya Tirkiyê zêde dibe

Li gorî bîlançoyên nû kêmbûna bazirganiya Tirkiyê ji sedî 135 zêde bûye.

Tirkiye bi mehan e bi krîzeke aborî ya giran re rû bi rû ye. Daxistina nirxê lîreyê Tirk, bêkarî, enflasyon û di encamê de dûrketina zêdetir a çînûqatên civakê ji hevdu, populerbûna Serokomar Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û partiya desthilatdar kêm kiriye.

Hin pispor têkoşîna Erdogan ya ji bo lîstina rola navbeynkariyê di krîza Ukraynayê de weke hewldana wî ya ji bo baştirkirina îmaja xwe ya xerakirî bi nav dikin.

Ajansa nûçan a ISNA`yê, li gorî amarên fermî ragihand ku kêmbûna bazirganiya Tirkiyê di meha Sibatê de li gorî heman mehê ya sala borî %135.5 zêde bûye. Ev kêmbûn bi zêdebûna bihayê enerjiyê ve girêdayî ye.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê ya bi navê TurkStat, kêmbûna enerjiyê bi 7,9 milyar dolarî texmîn kir û tekez kir ku Tirkiye sêyeka pêwîstiya xwe ya enerjiyê ji derve dabîn dike.

Li gorî vê raporê, îxracata Tirkiyê di meha sibatê de li gorî heman mehê ya sala par ji sedî 25,4 zêde bûye û gihîştiye nêzî 20 milyar dolarî. Tê texmînkirin ku derkirîna welêt ji sedî 44,5 zêde bûye û bi 27,9 milyar dolarî ye.

Tirkiyê meha borî 2,34 milyon ton nefta xam ji derve kirî. eva di rewşekê de ye ku derkirîna neftê di heman mehê ya sala 2021an de 1,56 milyon ton bû.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê daxuyand ku di navbera Çile û Sibatê da kêmasiya bazirganiyê ji sedî 183,1 e.

Îxracat Tirkiye di 2 van mehan da ji sedî 21,4 zêde bû û gihêşt 37,6 milyar dolar û derkirîna Tirkiyê li gor heman du mehan a sala par ji sedî 49,2 zêde bû û gihêşt 55,7 milyar dollar.

Çavkaniyên aborî li Tirkiyê duh ragihandin ku rêjeya enflasyonê li vî welatî rekora 20 salên borî şikandiye û rêjeya enflasyonê ya salane di meha Adarê de gihîştiye %61.4.

Serepeyv