Berdewam nerazîbûnên gelê Tirkiyê li ser serdana serokê Rejîma Siyonîst bo Enqerê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i332522-berdewam_nerazîbûnên_gelê_tirkiyê_li_ser_serdana_serokê_rejîma_siyonîst_bo_enqerê
Xelkê Tirkiyê serdana Serokomarê Rejîma Îsraîlê Îshaq Herzog bo Enqerê bi lidarxistina mîtîngeke protestoyî û bi qîrîna dirûşmên wekî “Em hemû Qasim Silêmanî ne” şermezar kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 12, 2022 17:35 Asia/Tehran
  • Berdewam nerazîbûnên gelê Tirkiyê li ser serdana serokê Rejîma Siyonîst bo Enqerê

Xelkê Tirkiyê serdana Serokomarê Rejîma Îsraîlê Îshaq Herzog bo Enqerê bi lidarxistina mîtîngeke protestoyî û bi qîrîna dirûşmên wekî “Em hemû Qasim Silêmanî ne” şermezar kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, xwenîşanderan ku alên Hizbullah, Ensarullah û wêneyên şehîd Serdar Qasim Silêmanî hildabûn, dirûşmên "Bimre Amerîka", "Bimre Îsraîl" û "Silav li Cîhadê, silav li Hizbullahê" hatin qîrîn û serdana Herzog ya Tirkiyê şermezar kir.

Ji roja Çarşemê ve li Eyntab, Burdûr û gelek bajarên din ên Tirkiyê li dijî serdana Herzog çalakî tên lidarxistin.

Li gorî vê yekê, çalakvanên Tirk li ser rêya balafirgehê ya ku balafira Herzog li Enqerê danîbû ala Îsraîlê şewitandin û ala Filistînê bilind kirin.

Serdana Herzog bo Enqerê piştî 18 salan yekem serdana rayedarekî Îsraîlî bo Tirkiyê ye.

Serdana Rejîma Siyonîst bo Tirkiyê jî berteka kesayetiyên navçeyî li pey xwe hiştiye, lewra Şêx Ussam Telîme ji nêzîkên Şêx Yûsif El-Qerezawî, muftiyê Sunnî yê Misrê, li bersiva vê seferê di twîtterê de nivîsiye: Ji Erdogan re bibêjin li gor fetwaya Şêx El-Qerezawî kî ku dest bidin van siyonîstan neku teyemûmê bikin, divê ku ew ji bo paqijbûnê destên xwe bi ava heft Deryan jî bişon.