Pizişkiyan: Filistîn dê tu carî ji ewlewiyeta Îranê dernekeve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i359402-pizişkiyan_filistîn_dê_tu_carî_ji_ewlewiyeta_Îranê_dernekeve
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekezî li ser dewama piştgiriya Komara Îslamî ya Îranê ji gelê Filistînê kir.
(last modified 2026-08-05T15:24:21+00:00 )
Tebax 05, 2026 18:54 Asia/Tehran
  • Pizişkiyan: Filistîn dê tu carî ji ewlewiyeta Îranê dernekeve

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekezî li ser dewama piştgiriya Komara Îslamî ya Îranê ji gelê Filistînê kir.

Mesûd Pizişkiyan di gotûbêja telefonî digel  Xelîl Heyye, Serokê Polîtboroya Hemasê tevî pîrozkirina hilbijartina wî û bi rêzgirtina bîranîna Îsmaîl Heniye, şehîdbûna wî wekî cinayetekê ji aliyê rejîma Siyonîst da zanîn û bal kişand ser berxwedana gelê Filistînê û ragihand mesela Filistînê her tim dê wekî ewlewiyeta sereke ya siyaseta derve ya Komara Îslamî ya Îranê û yekemîn mesela cîhana Îslamê ye. 

Xelîl Heyye jî di vê gotûbêjê bi destxweşiya ji piştgiriyên Îranê, rejîma Siyonîst wekî sedema bêewlehiya navçeyê da zanîn û tekezî li ser dewama berxwedan û şopandina muzakireyên siyasî bi hemahengiya komên Filistînî  kir. Wî her wiha hêvî kir ku  hevkariyên hevbeş jibo bidesxistina armancên gelê Filistînê berdewam bikin.