Adar 11, 2022 16:40 Asia/Tehran
  • Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê DYAyê Biden bi telefonê axivîn

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê DYAyê Joe Biden bi peywendiyeke telefonê encam dan.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê, di peywendiyê de tevî êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynê, pêşhatên herêmî û têkiliyên dualî yên Tirkiye-DYAyê hatin gotûbêjkirin.

Ajansa Anatoliyê nivîsiye: "Serokomarê Tirkiyê Erdogan di peywendiyê de destnîşan kir ku hewlên wan ên ji bo pêkanîna çareseriya siyasî ya di navbera Rûsya Ukraynê de didomin û tekezî li wê yekê kir li hember egera kûrtirbûna qeyranê, Tirkiye bi herdu aliyan re di mewqiyeke wisa de ye ku di warê lêgerîna çareseriyê de asankariyê dike.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan anî ziman ku bi saya kanala ewlekariyê ya ku Tirkiyeyê vekir, bi mazûvaniya Tirkiyeyê Wezîrên Karên Derve yên Rûsya û Ukraynê li Antalyayê rasterast li hev rûniştin û ev mijareke gelekî giring e û bal kişand ser wê yekê ku lidarxistina civînê bi xwe jî serkeftineke demokrasiyê ye.

Erdogan îfade kir ku di wê heviyê de ye daxwaza Tirkiyeyê ya ku di warê kirîna 40 balafirên nû û modernîzasyona F-16an ji DYAyê kiriye di demeke kurt de bigihije encamê."

Serepeyv