Adar 06, 2022 17:48 Asia/Tehran
  • Cîgirên wezîrên derve yên Amerîka û Tirkiyê li Enqerê civiyan

Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê di hevdîtinekê de ligel berpirsê Amerîkî, Rûsya ji ber êrişî wî welatî ser Ukraynayê şermezar kir û di vî halî de hewla navbeynkariyê ji bo bidawîkirina şerê Ukraynayê da.

Di rewşa ku şertê yekem ê navbeynkariyê “bêalîbûn” e, rayedarên Tirk, Rûsyayê ji ber êrişa ser Ukraynayê şermezar dikin û di vî halî de navbeynkariya di navbera Moskow û Kîevê de xistine rojeva xwe.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sedat Onal bi hevtaya xwe ya Amerîkî Wendy Sherman re li ser krîza Ukraynayê û êrîşa Rûsyayê ya li ser wî welatî gotûbêj kir û êrişa Amerîkayê ser Ukraynayê şermezar.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoluyê, Wezareta karên derve ya Tirkiyê roja şemiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku her du aliyan li ser peywendiyên dualî û mijarên navçê ji wan şerê Rûsiya û Ukraynayê gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tirkiye û Amerîka êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê şermezar dikin û dixwazin ku êrîş tavilê bên rawestandin."

Herwiha kûrkirina hevkariyên navbera Amerîka û Tirkiyê yên di warê aborî, bazirganî, leşkerî, berevanî û têkoşîna dijî terorê de ji mijarên din ên gotûbêjên di navbera dîplomatên Amerîka û Tirkiyê de bûn.

Artêşa Rûsyayê bi fermana Serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di 24ê Sibatê de derbasî Ukraynayê bû. Komara Îslamî ya Îranê hewldan û viyana welatên rojavayê ji bo kişandina NATOyê ber bi rojhilatê û damezrandina wê ser sînorên Rûsiyê sedema bifukarbûna Moskowê û êrişa wê ser Ukraynayê dizane. Aqubet Rûsyayê êrişî ser Ukraynayî kir, lê NATOyê tevî daxwaza alîkariyê jî aliyê Ukraynyayê ev daxwaza wê red kir.

Hêjayî gotinê ye ku Çînî jî kiryarên li dijî Rûsiya yên rojava û şerfiroşiyên paytextên rojava sebeba gurrbûna aloziya Ukraynayê dizanin.

Serepeyv