Adar 04, 2022 19:26 Asia/Tehran
  •   Çavuşoglu: Em dixwazin di Foruma Diplomasiyê ya Antalyayê da Lavrov û Kuleba bînin bal hev

Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê Çavuşoglu got: Em dixwazin di Foruma Diplomasiyê ya Antalyayê da Lavrov û Kuleba bînin bal hev.

Li gorî nûçeya Anatoliyê, Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê, Mevlut Çavuşoglu got ku heger şert rê bidin em dixwazin di Foruma Diplomasiyê ya Antalyayê da Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov û Kulebayê hevtayê wî yê Ukraynê bînin bal hev.

Wezîrên Karên Derva yên dewletên endamê NATOyê ji bona gotûbêjkirina şerê Rûsya û Ukraynê li Brukselê li baregeha NATOyê derasayî civiyan.

 

Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê li Brukselê li baregeha NATOyê di daxuyaniya çepemeniyê da axivî.

Mevlut Çavuşoglu got ku heger şert rê bidin em dixwazin di Foruma Diplomasiyê ya Antalyayê da Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov û Kulebayê hevtayê wî yê Ukraynê bînin bal hev.

Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê Çavuşoglu destnîşan kir heya duh ji Ukraynê 9 hezar û 653 welatiyên Tirkiyeyê hatine texliyekirin.

Çavuşoglu diyar kir ji hêla stratejîk û însanî va gelek muhim e ku qada asîmanî ya Tirkiyeyê vekirî bimîne.

Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê Çavuşoglu diyar kir ji bona hin welatiyên Tirkiyeyê yên li Ukraynê di ser Rûsyayê ra bînin Tirkiyeyê têkilî û xeberdan didomin.


 

Serepeyv