Adar 02, 2022 22:34 Asia/Tehran
  • Çavuşoglu: 8 hezar û 50 welatî ji Ukraynayê hatine vegerandin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku wan ji destpêka şer ve 8 hezar û 50 welatiyên Tirkiyê ji Ukraynayê vegerandine.

Di demekê de ku operasyona Rûsyayê ya dijî Ukraynayê di roja xwe ya 7emîn de berdewam e, hejmareke zêde ya Ukrayniyan û xelkên welatên biyanî ji ber şer û rûbirûbûnan ji wî welatî derdikevin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro 2ê Adara 2022ê li ser hesabê xwe yê medya civakî hejmara welatiyên Tirkiyê ku heta niha ji ber şer bo Tirkiyê hatine vegerandin belav kirin.

Çavuşoglu ameje bi wê yekê da ku ji bajarên Kiev, Kharkiv, Odessa, Zaporijya û Lvivê yên Ukraynayê 2 hezar û 604 welatî ku di nav wan  de beşek ji welatiyên  Azerbaycanê jî hene ji bo vegerin welatê xwe ketine rê û got “ Bi vê yekê hejmara welatiyên Tirkiyê ku ji ber şer bo welat hatine vegerandin gihiştiye 8 hezar û 50 kesan.”

Çavuşoglu dibêje “Ji bo ku welatiyên me bi awayekî ewle bo welat bên vegerandin kar û xebatên me berdewam in.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê berî niha ragihandibû ku Ji ber rêyên esmanî û deryayî hatine girtin wan bi rêyên bejayî dest bi vegerandina welatiyên Tirkiyê ji Ukraynayê kirine.

Ev di demekê de ye Ajansa Taybet bi Koçberan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî roja Şemiyê ragihand ku, ji ber şer û rûbirûbûnan nêzîka 677 hezar Ukrayniyan welatê xwe bicîh hiştinr. Herwiha dibêje: "Eger rewş bi vî awayî berdewam be, di çend mehên bê de pêdiviya nêzîka 12 milyon kesan ji 43 milyon niştecihên Ukraynayê bi alîkariyên mirovî dibe."

Serepeyv