Sibat 26, 2022 20:16 Asia/Tehran
  • Berteka HDPyê li himberî şerê li Ukraynê: Bila Rûsiye zûka êrişa ser Ukraynê rawestîne

Partîya Dêmokratîk a Gelan (HDP) ji Rûsiyê xwe ku zûka êrişa ser Ukraynê rawestîne.

 

Partîya Dêmokratîk a Gelan (HDP) di daxûyanîyekê da wek berteka himberî êrişên Rûsiyê ser Ukraynê, tevî ku ji Moskowê xwest şêrr rawestîne, ji hikûmeta Tirkîyê jî xwest ku erkên xwe li gorî konvansyona Montroyê bi cih bîne.

Di dewama daxûyanîya HDPyê da hatîye: Gêreya di navbera Ukrayn û Rûsiyê da ji sala 2014an va û alugurên nika di vî warî da, derî ser şer û karesateke mezin da vekirine, tişta ku nika li Ukraynê diqewime ne tenê gêreya di navbera du welatên cînar da, belkî dawîn xeleka şerê desthilatê di navbera NATO û Rûsiyê da ye.

HDPyê herwiha ji hikûmeta AKPyê xwest ku hemî desthilat û berprisîyên xwe wisa ku di Konvansîyona Montroyê da sipartinê, bêyî têbînî bi cih bîne.

 

Serepeyv