Bandora krîza Ukraynayê li ser aboriya Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i332172-bandora_krîza_ukraynayê_li_ser_aboriya_tirkiyê
Krîza Ukraynayê û bi dû re jî zêdebûna bihayê enerjiyê bû sedem ku bihayê diravê neteweyî yê Tirkiyê zêdetir dakeve.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 24, 2022 19:00 Asia/Tehran
  • Bandora krîza Ukraynayê li ser aboriya Tirkiyê

Krîza Ukraynayê û bi dû re jî zêdebûna bihayê enerjiyê bû sedem ku bihayê diravê neteweyî yê Tirkiyê zêdetir dakeve.

Çend meh piştî kiryarên provokatîf ên welatên rojavayî, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serxwebûna Luhansk û Donetsk li rojhilatê Ukraynayê nas kir. Rageşiyên li Ukraynayê encamên wê hebûn û nîgeraniya cîhana rojava ya li ser qeyrana enerjiyê û dûv re bilindbûna bihayê neft û gazê dikare wekî encamên yekem ên krîzê were dîtin.

Di van şert û mercan de Bloomberg News bi sedema zêdebûna kêşeyên di navbera welatên rojava û Rûsyayê de û herwiha bilindbûna nirxê petrolê û gazê, ji bo çaremîn roja li pey hev kêmbûna nirxê diravê neteweyî yê Tirkiyê ragihand, bi awayekç ku çro pêncşemê nirxê her dolarekî Amerîkî ji 14 lîreyê tirkî derbas bû.

Di vê navberê de bandora neyînî ya krîza Ukraynayê li ser dahata geştiyariyê ya Tirkiyê, Enqere jî nîgeran kiriye.

Li gorî amarên ku ji aliyê çalakvanên geştiyariyê li Tirkiyê ve hatine belavkirin, di sala borî de welatiyên Rûs û Ukraynayê di rêza yekem a tûrîstên biyanî de cih girtine.

Li gor amar û bîlançyîn belavbûyî sêyeka geştyarên ku di sala 2021an de çûne Tirkiyê rûs an jî ukraynî bûn.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku ji ber krîza aborî ya li welêt gelekî populerbûna xwe winda kir, ji bo ku di krîza Ukraynayê de rola navbeynkariyê bilîze, gelek hewl da.

Wezareta Derve ya Tirkiyê roja Çarşemê kiryarên Vladimir Putin û naskirina serxwebûna Donetsk û Luhanskê şermezar kir û ji aliyê din ve Erdogan bi hevtayê xwe yê Rûs re geriya û ji bo çareserkirina krîza Ukraynayê careke din navbeynkariyê ji dîplomasiyê xwest.