Sibat 24, 2022 20:43 Asia/Tehran
  • Serokên Tirkiye û Rûsyayê bi telefonê bi hev re axivîn

Erdogan û Pûtîn li ser rageşiya Ukraynayê û hevkariya dualî axivîn.

Rojava demeke dirêj Moskow bi êrîşkirina ser leşkerên Rûsî li rojhilatê Ukraynayê tawanbar dike. Ev pêngava Rojava bû sedema zêdebûna rageşiyê li herêmê û bala raya giştî ya navneteweyî kişand ser vê mijarê. Di dawiyê de, alozî derbasî qonaxeke nû bû û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serxwebûna herêmên Donetsk û Luhansk li rojhilatê Ukraynayê nas kir.

Rageşiya li Ukraynayê roja Çarşemê bû mijara gotûbêjên telefonî di navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn. 

Li gor nûçeya tora radyo û televizyonê ya TRT (Tirk), Erdogan daxwaz kir ku kêşeyên girêdayî Ukraynayê bi rêya dîplomasiyê bên çareserkirin.

Erdogan ku gelek caran ji bo çareserkirina krîza Ukraynayê pêşniyara destwerdana Tirkiyê kiriye, got: "Tirkiye îro jî weke duh amade ye ku rola xwe di kêmkirina aloziyan û parastina aştiyê de bilîze."

Serokomarê Tirkiyê daxwaza diyalog û bijartina dîplomasiyê kir û got: "Tevlîhevbûna pirsgirêkê, bi taybetî jî şerê leşkerî, sûdê nade tu kesî."

Eva di rewşekê daye ku îro serokomarê Rûsyayê  Vladimîr Pûtîn fermana cenga li dij Ukraynê da hêzên xwe ku heya vê demê bidehan leşker û kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv