Tirkiyeyê pêşniyazî welatiyên xwe kir ku ji herêmên rojhilat ên Ukraynayê derkevin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i332122-tirkiyeyê_pêşniyazî_welatiyên_xwe_kir_ku_ji_herêmên_rojhilat_ên_ukraynayê_derkevin
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi awayekî tund pêşniyaz kir ku di çarçoveya geşepêdanên dawîn de welatiyên Tirkiyeyê ji herêmên rojhilat ên Ukraynayê derkevin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 22, 2022 07:01 Asia/Tehran
  • Tirkiyeyê pêşniyazî welatiyên xwe kir ku ji herêmên rojhilat ên Ukraynayê derkevin

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi awayekî tund pêşniyaz kir ku di çarçoveya geşepêdanên dawîn de welatiyên Tirkiyeyê ji herêmên rojhilat ên Ukraynayê derkevin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê derbarê rewşa geştûguzarî û ewlekariya herêmên rojhilat ên Ukraynayê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Di çarçoveya geşepêdanên dawîn de bi awayekî tund tê pêşniyazkirin ku welatiyên me ji herêmên rojhilat ên Ukraynayê derkevin. Di rewşên pêwîst de em

pêşniyaz dikin welatiyên me digel Balyozxaneya me ya li Kîevê peywendiyê deynin."