Tirkiyeyê pêşniyazî welatiyên xwe kir ku ji herêmên rojhilat ên Ukraynayê derkevin
Sibat 22, 2022 10:31 Asia/Tehran
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi awayekî tund pêşniyaz kir ku di çarçoveya geşepêdanên dawîn de welatiyên Tirkiyeyê ji herêmên rojhilat ên Ukraynayê derkevin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê derbarê rewşa geştûguzarî û ewlekariya herêmên rojhilat ên Ukraynayê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Di çarçoveya geşepêdanên dawîn de bi awayekî tund tê pêşniyazkirin ku welatiyên me ji herêmên rojhilat ên Ukraynayê derkevin. Di rewşên pêwîst de em
pêşniyaz dikin welatiyên me digel Balyozxaneya me ya li Kîevê peywendiyê deynin."