Li Tirkiyê zêdetirî 80 hezar haletên nû yên nexweşiya koronayê hatine tomarkirin
Wezareta Tendrustiyê ya Tirkiyê ragehand ku di 24 saetên borî de zêdetirî 80 hezar pêketiyên nû yên vîrûsa koronayê li vî welatî hatine tomarkirin.
Wezareta Tendrustiyê ya Tirkiyê şemiyê şevê ragehand di 24 saetên borî de têsta koronayê ya 80 hezar û 454 kesan li vî welatî pozîtîv derketiye.
Li gor ragehandina Wezareta Tendrustiyê ya Tirkiyê di 24 saetên derbasbûyî de, 278 kesan ji ber koronayê canê xwe ji dest dane.
Malpera Worldmetersê, bi vê amara nû, hejmara hemî pêketiyên koronayê li Tirkiyê,13 milyon û 434 hezar û 130 kes ragehand. Hejmara goriyên vê vîrûsê jî li Tirkiyê gihîştiye 92 hezar û 188 kesî.
Dr. Bulent Ertogrol, endamê navenda rawestana li ber koronayê li Tirkiyê midehek berî niha ragehand ku rewşa niha ya koronayê ji ber sersariya li hember rêzikên tendrsutiyê li şeva sala nû ya zayînî pêk hatiye û bi destpêkirina betlaneyên 15 rojî yên zivistanê dê heya meha Adarê tabloya hanê wê xirabtir bibe.