Medya Tirkiyê xalifandina dîroka tirkan ji hêla hikûmetê va protesto kirin
Medya opozosyona Tirkiyê ku hertim li hember xopankirin, jinavbirin û xalifandina sembolên kevnar û şûnewarên dîrokî yên Kurdistana Tirkiyê xwe bêdeng dike, vê carê xalifandina dîroka Çanak Qeleyê ji hêla Erdogan va ku jibo Komara Tirkiyê weke sembolekê tê hesabê, protesto kirin.
Karê Pira dîrokî ya Çanaq Qele ku pêştir biryar bû 18 Adarê li salvegera serketina hêza deryayî ya Çanaq Qeleyê kuta bibe û jî çstifade bikin, li 26 Sibatê hevgavê jidêbûna Receb Teyib Erdogan, serokomarê Tirkiyê dê behrewergirtina jê destpê bike. Erdogan du rojan berî niha ev nûçeya ragehand.
Medya û kesayetiyên çandî û siyasî yên Tirkiyê, bi tundî ev bûyera sembolîk a guhertina dîrokên giring ên Tirkiyê ji hêla Erdogan va, rexne kirin. Lê medyayên opozosyon ên Tirkiyê heta niha qet xalifandina dîroka Kurdistana Tirkiyê, her wiha şûnewarên kevnare û dîrokî yên Kurdistana Tirkiyê ji hêla hikûmetê va protesto nekirine û xwe li hemberî pêngavîn li dijî dîroka kurdan li Tirkiyê bê deng kirine.