Wezîrên derve yên Tirkiye û Blarûsê şêwirîn
Sibat 13, 2022 13:45 Asia/Tehran
Wezîrên derve yên Tirkiye û Blarûsê derbarê pêwendiyên dualî axivîn.
Tirkiyê amadetiya xwe ji bo çareserkirina kêşeyên Ukraynê ragihandiye. Enqerê bi armanca çareserkirina van kêşeyan bi rêya dîplomatîk va, pêşniyaza mazûvaniya rêberên Rûsiye û Ukraynê ji bo gotûbêjan daye. Helbet tu welatekî bersiva pêşniyaza navcîtiyê ya Tirkiyê nedaye.
Li gorî rapora Anatoliyê, Wezareta derve ya Tirkiyê bi dayîna daxuyaniyekê ragihand ku Mewlûd Çawûşoxlû û Vladîmîr Makay wezîrên derve yên Tirkiye û Blarûsê roja Şemiyê di germegerma kêşeyên Ukraynê da derbarê mijarên navçeyî jî axivîn.