Bikaranîna leşkerên Tirkîyê yên li Efrînê weke gard li zîndanên wî welatî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i331957-bikaranîna_leşkerên_tirkîyê_yên_li_efrînê_weke_gard_li_zîndanên_wî_welatî
Civata Mafên Merivan a Tirkîyê ragihand ku hiûmeta Tirkîyê leşkerên ku weke efser li Efrînê bûne, piştî vegera bo welêt weke erkdar li zîndanan bi kar tîne û ew serbaz girtîyan işkence dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 12, 2022 14:13 Asia/Tehran
  • Bikaranîna leşkerên Tirkîyê yên li Efrînê weke gard li zîndanên wî welatî

Civata Mafên Merivan a Tirkîyê ragihand ku hiûmeta Tirkîyê leşkerên ku weke efser li Efrînê bûne, piştî vegera bo welêt weke erkdar li zîndanan bi kar tîne û ew serbaz girtîyan işkence dikin.

Mahir Ulusoy endamê Lêjneya Girtîgehan a Civata Mafên Merivan Çiqa Enqerê ragihand ku girtî di zîndanên Tirkîyê da bi giranî tên işkencekirin û dikevin ber lêdanê û dîyar kir ku serbazên pillenizim ên Tirkîyê ku weke efser li Efrînê dihatin bikaranînê, piştî vegera bo welêt weke erkdarê zîndanê karê xwe didomînin û girtîyan işkence dikin.

Mahir Ulusoy herwiha got ku endamên Kmsyona Zîndanên Tirkîyê, bi hefgera binpêkirina sîstematîk a mafên merivan çûne seredana gellek zîndanan û pê hesîyane ku tecrîda herîbixof di zîndanên gellekî emnî yên Tirkîyê da tê sepandin.

Mahir Ulusoy endamê Lêjneya Girtîgehan a Civata Mafên Merivan Çiqa Enqerê herwiha got: Gellek girtîyên sîyasî di zîndanên Tirkîyê da nexweş ketine, nexweşîyên weke penceşêr û şeklirê lê rayedarên zîndanê pêşî li dermankirina wan digirin.