Endamên Kongresa Amerîkayê: Bila firokeyên F-16 bo Tirkiyê neyên firotin
Zêdeyî 50 endamên Kongresa Amerîkayê daxwazê ji Wezareta Derve û Berevaniyê ya welatê xwe dikin ku daxwaza Tirkiyê ya kirîna firokeyên F-16 ên Amerîkî red bikin.
Di nameya endamên Kongresa Amerîkayê de ku rasterast ji Wezîrê Berevaniyê Lloyd Austin û Wezîrê Derve Antony Blinken hatiye şandin, tê gotin: “Em bi dijwarî daxwazê ji we dikin, destpêşxeriya dawî ya Tirkiyê bo kirîna firokeyên F-16 û keresteyên pêwîst ji Amerîkayê bo modernîzekirina hêza xwe ya esmanî, red bikin.”
Di nameyê de tê gotin: “Pesendkirina destpêşxeriya Tirkiyê, xelatkirina Recep Tayyip Erdogan e li ser paşguhxistina pêbendiyên xwe li beramber herdu hevpeymaniyan xwe ku Amerîka û NATO ne. Ev ji xeynî binpêkirina berfireh a mafên mirov ku rejîma wî li hundir û derveyî welat dike; “Rejîma Erdogan” bi dirêjahiya çendîn sal, çendîn car hêza xwe ya serbazî bo “nearamkirina” rojhilatê Deryaya Spî, Rojhilata Navîn, Başûrê Qefqasê û Bakurê Efrîqayê bikar aniye.”
Herwiha dibêjin: “Hêzên Tirkiyê û grûpên Tirkiye piştgiriya wan dike, keresteyên Amerîkî di dema wan êrîşan de bikar anîne bo pêkanîna “tawanê şer”, di nav de bi “qest” bordûmankirina armancên sivîl wek nexweşxane û dibistanan li Iraqê, Sûriye û Nagorno Qerebaxê.”