Kiliçdaroglu: Erdogan ligorî qanûnê nikare bibe berbijarê posta serokomartîyê
Sibat 09, 2022 04:23 Asia/Tehran
Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) a Tirkîyê wek mezintirîn partîya opozosyonê li vî welatî, got: Receb Teyîb Erdogan ligorî qanûnê nikare di hilbijartina sala 2023yê da bibe berbijarê posta serokomartîyê.
Kemal Kiliçdaroglu Serokê CHP got: Ligorî qanûnê Receb Teyîb Erdogan nikare jibo cara sêyem bibe berbijarê posta serokomartîy û heke hilbijartina bê di dema dîyarkirî da were lidarxistin, ew dê nekaribe tevlî rikeberîyê bibe.
Kiliçdaroglo herwiha got: Heke parliman bixwaze ku hilbijartina zûdem were lidarxistin, wê berbendek ser rêya berbijarîya wî ya bo cara sêyem tinebe.
Gellek çavdêr jî dibêjin ku Erdogan yê ji ber şert û mercên tenduristîyê nekaribe careka din bibe berbijarê serokomartîyê.