LiKurdistana Tirkiyê heta niha rêyên 381 gundan nehatine vekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i331863-likurdistana_tirkiyê_heta_niha_rêyên_381_gundan_nehatine_vekirin
Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Mûş û Bedlîsê yên Kurdistana Tirkiyê ji ber rewşa nerênî ya hewayê heta niha rêyên 381 gund û cihên niştecihbûnê nehatine vekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 06, 2022 14:24 Asia/Tehran
  • LiKurdistana Tirkiyê heta niha rêyên 381 gundan nehatine vekirin

Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Mûş û Bedlîsê yên Kurdistana Tirkiyê ji ber rewşa nerênî ya hewayê heta niha rêyên 381 gund û cihên niştecihbûnê nehatine vekirin.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ser bi navend û bajarokên parêzgehê ji ber berf û pûkê rêya 231 gundan hatiye girtin û tîmên peywendîdar li ser karûbarên vekirina rêyan berdewam bin.

Li gor zanyariyên ji Îdareya Taybet a Colemêrgê hatine wergirtin, ji 229 gundên ku ji ber berfê rêya wan hatibû girtin, rêya 200 gundan hatiye vekirin û kar û xebatên vekirina 29 gund û gundikên din jî berdewam in.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Mûşê Şêxmûs Yentur jî da zanîn ji ber berfê rêya 21 gundan hatiye girtin. Herwiha li Bedlîsê jî heta niha rêya 100 gund û navçeyên niştecihbûnê nehatiye vekirin. Tîmên Îdareya Taybet hewl didin rêyên ji ber berfê hatine girtin, vekin.