Şaredarê girtî yê Dîyarbekrê û Demirtaş di hucreyekê da ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i331848-Şaredarê_girtî_yê_dîyarbekrê_û_demirtaş_di_hucreyekê_da_ne
Şaredarê berê yê Dîyarbekrê ku ser bi HDP bû, bo zîndana Edirnê hat veguhestin û nika ew û Selheddîn Demirtaş di hucreyekê da ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 05, 2022 12:54 Asia/Tehran
  • Şaredarê girtî yê Dîyarbekrê û Demirtaş di hucreyekê da ne

Şaredarê berê yê Dîyarbekrê ku ser bi HDP bû, bo zîndana Edirnê hat veguhestin û nika ew û Selheddîn Demirtaş di hucreyekê da ne.

Selcûq Mizrakli Şaredarê berê yê Dîyarbekrê ser bi HDP ku piştî wêdadayînê ji hêla hikûmetê va hat girtinê, yê li zîndana Edirnê bi Selaheddîn Demirtaş ra di hucreyekê da be.

Selcûq Mizrakili li zîndana Kayserîyê bû ku xwe xwest ku wî veguhêzin zîndana Edirnê. Ew piştî derbaskirina dewra qerentînê di hucreya taybet da, yê bo hucreya ku Demirtaş tê da ye, were veguhestin.

Mizrakili piştê wêdadayîna ji hêla hikûmetê va di 19ê Tebaxa sala 2019ê da, hat desteserkirinê û demlidest di 21ê Tebaxê da ligorî hikma dadgehê hat girtin. Jibo wî bi tawana endametîya di rêxistina têrorîst da cezaya zîndanê ya 9 sal û 4 mehan hat birrînê.

Demirtaş jî ku ji 4ê Mijdara sala 2016ê va li zîndana emnî ya Edirnê girtî ye.