RAPIRSÎ: Tifaqa Millet li pêş Tifaqa Cumhur e
Kompanya Avrasyayê ya Lêkolînan di rapirsiya xwe ya dawî ya hilbijartinê de de rêjeya dengên tifaqên Tirkiyê eşkere kir. Li gor rapirsiyê, Tifaqa Millet a CHP û ÎYÎ Partî bi 15.07 pûanan daye pêşiya Tifaqa Cumhur a AKP û MHPê.
Kompanya Avrasyayê ya Lêkolînan encamên rapirsiya xwe ya meha Çile eşkere kirin. Rapirsî li 26 bajaran ligel hezar û 860 kesan hatiye kirin. Bi rêje pirs û bersivên pirsan wiha ne:
“Hun dê piştgiriya hilbijartina pêşwext bikin?”
• Belê: %63.5
• Na: %25.9
• Nerîma min nîne: %10.6
“Eger hilbijartina pêşwext bê kirin dengê xwe didin kîjan partiyî?”
• CHP: %25.1
• AKP: %23.3
• Bêbiryar: %11.5
• HDP: %11.4
• ÎYÎ Partî: %11
• MHP: %5.3
• Partiya DEVA: %5.2
• Partiya Pêşerojê: %1.6
• Partiya Seadetê: %1.5
• Partiya Memleket: %0.9
• Partiya Demokrat: %0.9
• TÎP: %0.9
• BTP: %0.7
• Yên Din: %0.7