HDP bo Erdogan: Eger hun qebûl nakin ji Encûmena Ewropayê derkevin
Seroka Fraksyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parlamentoya Tirkiyê, Meral Daniş Beştaş derbarê gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de ku gotibû eger dadgehên Ewropayê rêzê li biryarên wan negrin ew jî rêzê li biryarên wan nagrin axivî û got: “Wê demê bêjin ne xema me ye û em ji Encûmena Ewropayê derdikevin.”
Beştaş diyar kir, “Tirkiyê Peymana Mafên Mirov a Ewropayê îmze kiriye û qebûl kiriye. Lê Serokkomarê wî welatî dibêje eger hun biryarên me nas nekin em jî yên we nas nakin. Ev tê çi wateyê, dibêje divê Ewropa li gor biryarên me pêngavan rake, ne ku em li gor wan serederîyê bikin.”
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê parêzbendiya 40 parlamenterên HDPê de biryar da ku di nav de Selahattîn Demîrtaş jî heye û ragihand, parêzbendiya parlamenterên HDPê bi binpêkirina Destûra Bingehîn hatiye rakirin û azadiya ramanê hatiye binpêkirin.