Li Edirneyê termên 7 koçberên din hatin dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i331823-li_edirneyê_termên_7_koçberên_din_hatin_dîtin
Walîtiya Edirneyê 3ê Sibata 2022ê derbarê mijara koçberên li ser sînorê Edirneyê de daxuyaniyek da got bi dîtina 7 termên din hejmara termê koçberên li ser sînorê Edirneyê gehiştiye 19 terman.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 03, 2022 14:22 Asia/Tehran
  • Li Edirneyê termên 7 koçberên din hatin dîtin

Walîtiya Edirneyê 3ê Sibata 2022ê derbarê mijara koçberên li ser sînorê Edirneyê de daxuyaniyek da got bi dîtina 7 termên din hejmara termê koçberên li ser sînorê Edirneyê gehiştiye 19 terman.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê, hejmara penaberên ji sermayê canê xwe ji dest dane derket 19 kesan û dema cenazeyên penaberan hatine dîtin, cil û berg li ser wan nebûne.

Walîtiya Edîrneyê 2ê Sibata 2022ê jî ragihandibû ku li navçeya Îpsala ya wê parêzgehê termê 9 koçberên ku ji serma qufilî ne hatine dîtin û piştre ev hejmar gehîştibû 12 terman.

Walîtî dibêje: “Yek ji wan koçberan ku metirsiya qufilînê li ser hebû, hatiye rizgarkirin û bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin. Ji bo wan koçberên ku pêdiviya wan bi alîkariya tendirûstî heye kar û xebatên me yên lêgerînê li navçeyê berdewam in.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyaman Soylu jî 2ê Sibatê  li ser hesabê xwe yê medya civakî dîmenên wan koçberên ku canê xwe ji dest dane belav kiribû û gotibû hejmara wan 12 e.