Dosiya dadweriyê ya nû ya Bûldan hat şandin bo dozgeriya Enqerê
Dosiya nû ya dijî Perwîn Bûldan hevseroka HDP bi tawana îhaneta li taxima dadgeha Îzmîrê hat şandin bo dozgeriya giştî ya Enqerê.
Li gorî rapora Kurd Pressê dosiya dadweriyê ya nû dijî Perwîn Bûldana hevseroka HDP ku ji ber gortinên wê li dadgeha Îzmîrê hatibû lidarxistin, hat şandin bo dozgeriya giştî ya Enqerê.
Li gor nivîsîna Gazêtê Duwarê, Perwîn Bûldan li yekim civîna hilkolandina dosiya êrişa çekdariyê ser nivîsgeha HDP ya li îzmîrê û kuştina Denîz Poyraz endama ciwan a vê partiyê reftara taxima dadgehê û hêzên ewlehiyê li bara Onor Gencer qatilê Poyraz protesto kir.
Wê got reftara taxiam dewletê bi vî kesî re wek reftara bi qatil re nîne û şanda dadgehê û hêzên ewlehiyê pir bi diloanî bi wî re reftarê dikin.
Gotinên Bûldan li vê dadgehê wek îhaneta dijî komîta dadgehê bû baîs mijara dosiya nû dijî seroka HDP bikeve destûrkarê.