Ji Tirkiye re di sala 2022an de enflasyon ji sedî 23 pêşbînî dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i331735-ji_tirkiye_re_di_sala_2022an_de_enflasyon_ji_sedî_23_pêşbînî_dibe
Banka Navendî ya Tirkiyê îsal enflasyon ji sedî 23 pêşbînî dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 29, 2022 05:18 Asia/Tehran
  • Ji Tirkiye re di sala 2022an de enflasyon ji sedî 23 pêşbînî dibe

Banka Navendî ya Tirkiyê îsal enflasyon ji sedî 23 pêşbînî dike.

Li gorî ajansa Radyo û Televîzyona Îranê, lîreyê Tirkiyê par  nîvê nirxê xwe ji dest da û bilindbûna nirxê sotemenî û xwarinê jî bûye sedema gelek pirsgirêkan ji bo xelkê.

Li Tirkiyê piştî daketina faîzê di meha Kanûnê de enflasyon derket %36. Ev rêjeya enflasyonê li vî welatî ji sala 2002-an vir ve bê mînak e.

Daketina nirxê lîreyê tirkî û di encamê de buhabûn kel û pelan û feqîrbûna gelên vî welatî, populerbûna Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gelekî kêm kiriye.