Erdhejeke bi hêza 4.7 li rojavayê Tirkiyê qewimî
Çile 23, 2022 09:18 Asia/Tehran
Erdhejeke hema bêje giran li Balik Esîrê qewimî û beşeke mezin a navçeyên rojavayê Tirkiyê hejand.
Li gorî rapora IRIB Newsê ji Enqerê, Rêxistina têkoşîna dijî afet û belayên xwezayî ya Tirkiyê (AFAD) bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku saet di 22:31ê da erdhejeke bi hêza 4.7 rîşterî di kûrahiya 11 kîlomitriya erdê da qewimiye ku navenda wê şaristana Dûrsûnbiyê ya ser bi parêzgeha Balik Esîrê bûye.
Hîn derbarê ziyanên vê erdhejê tiştek nehatiye belavkirin.