Rayedarên dewleta Erdoxan hewil didin navê latînî yê Tirkiyê biguherînin
Rêveberiya pêwendiyan a Tirkiyê kampanyayek ji bo bikaranîna "Turkiye"ê li dewsa "Turkey"ê di warê navneteweyî da bi rê xistiye.
Li gorî rapora ISNAyê, Li gorî rojnameya Dayli Sabah'ê, Rêveberiya pêwendiyan a Tirkiyê di beşeke vê kampanyayê bi navê "Hello Turkiye" vîdyoyek bi armanca berfirehkirina vî navî di hesaba medyayên xwe yên civakî da weşandiye.
Di vê fîlmê da tûrîstên derveyî li beşên cûr bi cûr ên welêt tên dîtin ku bi gotina "Hello Turkiye", destê xwe dihejînin.
Li gorî vê raporê, di vî warî da şêwirmendên çapameniyê yên derveyî ku di bin çavdêriya Rêveberiya pêwendiyan a Tirkiyê da dixebitin jî hin çalakî ji bo berfirehkirina vê kampanyayê pêk tînin.
Fexredîn Altûn rêveberê pêwendiyan a Tirkiyê got: Ev pêngaveke girîng ji bo pêkanîna yekrêziyê û tesbîtkirina brenda "Turkiye" di warê cîhanî da ye.
Peyva "turkey" ku bi "t"ya hûrdek tê nivîsîn, bi wateya "Elok" e.