Balyozê nû yê Amerîkayê gihêşt Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i331258-balyozê_nû_yê_amerîkayê_gihêşt_tirkiyê
Balyozê nû yê Amerîkayê li Tirkiyê Jeff Flake gihîşt Enqerê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 08, 2022 19:24 Asia/Tehran
  • Balyozê nû yê Amerîkayê gihêşt Tirkiyê

Balyozê nû yê Amerîkayê li Tirkiyê Jeff Flake gihîşt Enqerê.

Li gorî nûçeya IRIBê ji Enqerê, Balyozê nû yê Amerîkayê Jeff Flake piştî gihîştina balafirgeha Esenboğa ya Enqerê ji rojnamevanan re got: Gelek tişt hene ku ez ê piştî pêşkêşkirina bawernamên xwe bi we re parve bikim.

Flake berê wek nûnerê Eyaleta Arizona di herdu meclîsên Kongresê de kar dikir û tevî ku senatorê Komarî bû, Wî piştgirî da Joe Biden di hilbijartinên vê dawiyê yên serokatiya Amerîkayê de.

Pêştir Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû, ti meyleke baş di pêwendiyên Enqere û Washingtonê de nîne.