Kanûn 20, 2021 14:52 Asia/Tehran
  • Berfê riyên 743 gundên herêmên kurdî li Tirkiyê girtin

Pêla nû ya barîna berfê bandorê li herêmên kurdî yên Tirkiyê dike. Heta niha ji ber pêla nû ya berfê riyên 743 gund û mezrikên li van herêman hatine girtin. Ji ber barîna berfê berdewam dike jî tê çaverêkirin ku ew hêjmar zêdetir jî bibe.

Li gor daneyên fermî yên hatine belavkirin. Li Diyarbekirê 2 roj baran heye, li Wanê 3 roj barîna berfê heye û heta niha riya 25 gundan hatiye girtin.

Li Siwazê riya 39 gundan, li Dêrsîmê 144 gund û mezrikan, li Qersê 50 gundan, li Colemêrgê 179 gund û mezrikan, li  Erzînganê 60 gundan, li Mûşê 63 gund û mezrikan, li Çewlikê 163 gund û mezrikan, li Betlîsê 50 gund û mezrikan û li Şirnexê 3 gundan rê hatine girtin.

Hatiye ragihandin, dê li bajarên navborî û Agiriyê heta 3-4 rojan bandora barîna berfê berdewam bike.

Serepeyv