Kanûn 05, 2021 12:02 Asia/Tehran
  • Plana terorkirina Erdogan bê encam ma

Medyaya Tirkiyê roja Şemiyê wêneya bombeyekê belav kir ku bi otomobîleke pasewanên Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ve hatibû xistin.

Li gor medyaya Tirkiyê, ew bombe li bin otomobîleke pasewanên Serokkomarê Tirkiyê ve hatibû xistin û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû dîtin, bêyî ku ti zanyariyên zêdetir belav bikin.

Li gor nûçeya kanaleke Tirkiyê ku nêzîkî desthilatê ye, li Mêrdînê di otombêleka polîsan de bombeyek vedayî hatiye dîtin ku ew otombêl di ewlekariya serdana Serokomarê Tirkiyê bo Sêrtê de hatiye erkdarkirin.

Polîsên Mêrdînê beriya ku biçin Sêrtê di otombêla xwe de bombe dîtine û bombe ji aliyê pisporan ve hatiye pûçkirin.

Erdogan bi mebesta vekirina projeyên Bendava Şîrvan û Pira Zorava serdana bajarê Sêrtê yê kurdên vî welatî kiribû.

Ev nûçe di halekî de ye ku di van rojên dawî de rewşa Tirkiyê ji ber kirîza aborî ya ku ji ber daketina nirxê diravê neteweyî derketiye, aloz bûye.

Lîreyê Tirkî di sala borî de %44 nirxê xwe li hember dolar winda kir û Erdogan tenê di du salên dawî de 3 caran serokê banka navendî guhert.

Hin karzan dibêjin muhtemel e ev hewldana ji bo terorkirinê karekî sexte bibe ku desthilatê encam daye, da ku dijberên Erdogan ku her diçe zêde dibin bigirin û kontrol bikin.

Serepeyv