Mijdar 30, 2021 20:54 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Tirkiyê bi heceta endambûna di nav Cemaeta Gulen de, 27 kes girtin

Li parêzgeha Balikesîr a Tirkiyê, bi hinceta ku endamên “Cemaeta Gulen”in derbarê 31 kesan de biryarê desteserkirinê hat dayîn. Di operasyonê de 27 kes hatin desteserkirin û bo desteserkirina 4 kesan jî xebat berdewam in.

Serdozgeriya Komarê ya Balikesîrê, bi hinceta endamê “Cemaeta Gulen”in ji pîşeyên cuda wek pizîşk, parêzer, polîs, serbaz û xwendekarên koleja serbazî derbarê 31 kesan de biryara desteserkirinê da.

Hêzên Cendirmeyên Balikesîrê, di çarçoveya biryara serdozgeriyê de ji bo desteserkirinê 31 kesan li bajarên Balikesîr, Enqere, Aydın, Bedlîs, Bursa, Denizli, Giresun, Stenbol, Îzmîr, Qers, Sakarya, Tekirdag, Uşak û Wanê operasyoneke hevdem da destpêkirin.

Di encama operasyonê de 27 kes hatin desteserkirin û bo desteserkirina 4 kesan jî xebat berdewam in.

Ji ber zêdebûna nerizamendiyên derheq rewşa aborî li Tirkiyê û derheq siyasetên hikûmeta AKP-MHPê, vê hikûmetê hewldanên xwe ji bo girtina dijber û neyarên xwe bi hecetên curbicur ji wan endambûna di nav  “Cemaeta Gulen” û di nav PKKê de zêde kirine.

Serepeyv