Mijdar 23, 2021 22:34 Asia/Tehran
  • Welîahdê Îmaratê şêx Mihemed Bin Zayid Al Niheyan sibê diçe Tirkiyê

Welîahdê Îmaratê şêx Mihemed Bin Zayid Al Niheyan li ser vexwendina serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan sibê (çarşemê) serdana Tirkiyê dike.

Şêx Mihemed Bin Zayid Al Niheyan di serdana xwe de dê bi Erdogan re têkiliyên dualî, rêbazên xurtkirina hevkariyê yên her du dewletan nîqaş bike.

Ajansa nûçeyan a Îmaratê WAM’ê ragihand ku Zayid Al Niheyan dê bi Erdogan re piraniya doz û geşedanên herêmî û navneteweyî yên ji bo her du dewletan girîng, gotûbêj bike.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyên Îmaratî wergirtiye Şazadeyê Îmaratê û Cîgirê Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdar ên Îmaratê Şêx Mihemed Bîn Zeyd El Nahyan di çarçoveya destpêkirina serdemeke nû ya hevkariya aborî û siyasî ya di navbera her du welatan de, dê di 24ê Mijdarê de serdana Tirkiyê bike.

Serepeyv