Daketina bihayê Lîreya Tirkiyê didome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i329969-daketina_bihayê_lîreya_tirkiyê_didome
Bihayê Lîreya Tirkiyê hema wisa di nişêveke daketinê da ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 11, 2021 12:04 Asia/Tehran
  • Daketina bihayê Lîreya Tirkiyê didome

Bihayê Lîreya Tirkiyê hema wisa di nişêveke daketinê da ye.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji Enqerê, Bihayê Lîreya Tirkiyê roja Pêncşemiyê careke din daket û her dolareke Amerîkayê bû 9 Lîre û 97 Qirûş ku daketina herî zêde di 30 salên borî da ye.

Euro jî gihîşte 11 Lîre û 41 Qirûşî ku ev yek jî wek rekoreke nû tê hesab.

Karzanên Tirkiyê ji bilî qeyrana Koronayê, hegerên din mîna zêdebûna qeyranên siyasî di gel Amerîka û dewletên ewropî, kêşeyêîn navçeyî, kêmbûna zimhêrên pere û paşketina pîşeya geştyariyê û înfalsiyona gelekî zêdetir ji asta pêşbînîkirî û destwerdana dewleta Tirkiyê di karên Banka Navendî ji sedemên dewama daketina bihayêl Lîreyê dizanin.

 

Gelek kovarên Tirkiyê Receb Teyib Erdoxan wek berpirsê bêserûberiyan û kêmbûna bihayê Lîreya Tirkiyê dane zanîn.