Lavrov û Çawûşoxlû asoya gotûbêjên 3+3 derbarê Qefqazê nirxand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i329742-lavrov_û_Çawûşoxlû_asoya_gotûbêjên_3_3_derbarê_qefqazê_nirxand
Wezîrên derve yên Tirkiye û Rûsiyê di gotûbêjekê da li kêleka civîna serokên Koma G20'ê li Romaya Îtalyayê, asoya pêkhatina mekanîzma navçeyî di gotûbêjên 3+3, pêkhatî ji Komara Azerbaycanê, Ermenistan û Gurcistan û sê cînarên wan ên mezin: Rûsiye, Îran û Tirkiyê nirxand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 31, 2021 12:36 Asia/Tehran
  • Lavrov û Çawûşoxlû asoya gotûbêjên 3+3 derbarê Qefqazê nirxand

Wezîrên derve yên Tirkiye û Rûsiyê di gotûbêjekê da li kêleka civîna serokên Koma G20'ê li Romaya Îtalyayê, asoya pêkhatina mekanîzma navçeyî di gotûbêjên 3+3, pêkhatî ji Komara Azerbaycanê, Ermenistan û Gurcistan û sê cînarên wan ên mezin: Rûsiye, Îran û Tirkiyê nirxand.

Li gorî rapora ajansa Tasê, Wezareta derve ya Rûsiyê di dawiya hevdîtina Sêrgêy Lavrov û Mewlûd Çawûşoxlû da bi daxuyaniyekê nivîsî: Mijara sereke ya gotûbêjên wezîrên derve yên du welatan, hevahengiya kiryarên dualî ji bo dewama aramkirina rewşê li Qefqaza Başûr û navçeya Balkanê bû.

Di dewama vê daxuyaniyê da hatiye: Lavrov û Çawûşoxlû derbarê asoya damezirandina mekanîzmeke navçeyê di pêkhateya 3+3 da bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên heyî li Qefqaza Başûr şêwirîn.