Cotmeh 21, 2021 18:42 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 15 sîxûrên “Mossad” hatin girtin

Bi beşdariya 200 endamên îstixbarata Tirkiyê, roja 7ê Cotmehê operasyonek nehênî hat encamdan û 15 sîxûrên Rêxistina Sîxûrî ya Rejîma Siyonîst "Mossadê" hatin girtin.

Li gor rojnameya Sabah a nêzî hikûmeta Tirkiyê, her 15 sîxûrê Mossadê ji salekê ve dihatin şopandin. Hemû sîxûrên hatine girtin bi eslê xwe Ereb in.

Hat ragihandin, wê tîma sîxûran zanyarî li ser welatiyên Tirkiyê, xwendekarên biyanî, sazî û rêxistinên li Tirkiyê kom dikirin. Herwiha zanyarî li ser wê yekê kom dikirin ku Tirkiye çawa alîkariya Filistîniyan dike.

Berî çend rojan jî li Stenbol û Antalyayê, 6 welatiyên Rûs û Ozbekî bi sixûrîkirina ji bo Rûsya hatibûn girtin.

Heta niha dezgehên fermî yên Tirkiyê girtina 15 sîxûrên Mossadê bi fermî ranegihandine.

Serepeyv