Cotmeh 16, 2021 12:24 Asia/Tehran
  • Li Idlibê êrişî leşkerên Tirkiyê hat kirin

Li bakurê parêzgeha Idlibê êriş li ser wesayîtên zirîhpoş ên artêşa Tirkiyê hat kirin. Li gor zanyariyan di encama êrişê de 4 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û 10 leşker û 6 çeteyên ser bi Tirkiyê jî birîndar bûn. Grûpa Ebû Bekir Sidîq berprisyaretiya xwe di vê bûyerê de ragihand.

Karwanekî artêşa Tirkiyê li bajarokê Miaere Sirrîn yê Idlibê hate armanc kirin û li gor zanyariyan di encamê de 2 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û 5 serbazên din jî birîndar bûn.

Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di dema derbasbûna karwanekî serbazî yê hêzên Tirkiyê li ser riya navbera Kêfreya û Meret Misrîn li Bakurê Idlibê, bombeyek hat teqandin.

Li gorî medya nêzîkî Opozisyona Sûriyê, karwanekî artêşa Tirkiyê li ser riya bajarokê Miaere Sirrîn yê Idlibê hatiye armanc kirin.

Li gor zanyariyan di encama wê teqînê de 2 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û 10 serbaz û 6 çekdarên Grûpa Feyleq el-Şam ku erkê wan parastina dewrî û hêzên Artêşa Tirkiyê ye li parêzgeha Idlibê, birîndar bûn.

Herwiha di encama teqînê de hejmareke otomobîlên serbazî yên Tirkiyê hatin jinavbirin.

Grûpa bi navê Siriyet Ebû Bekir Sidîq berpirsyaretiya xwe di ber wê yekê de ragihand. Helîkopter û balafirên Tirkiyê li asmanê navçeyê difiriyan ji bo kesên birîndar bo Tirkiyê veguhêzin.

Serepeyv