Cotmeh 13, 2021 23:27 Asia/Tehran
  • Li Antalya Tirkiyê agir bi daristanê ket

Li navçeya Kemerê ser bi parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyê îro 13ê Cotmeha 2021ê agir bi daristanê ket û ji esman û bejahiyê ve hewldan ji bo temirandina agir midaxele berdewam e.

Li gor agahiyan, li herêma Zozanê Uçoluk ser bi Taxa Goynukê ji ber sedemeke ne diyar agir bi daristanê ketiye û ji ber ba di demeke kurt de belav bûye.

Rêveberiya  Daristanan a Antalyayê ragihand ku bi 13 makîneyên kar, 4 helîkopter, 2 bildozer û hejmareke zêde karkerên daristanan hewldana ji bo temirandina agir despê kir û heta niha jî agir nehatiye kontrol kirin.

8ê Cotmeha 2021ê jî li navça Kaşê ser bi parêzgeha Antalyayê agir bi daristanê ketibû û piştî hewldanan hatibû kontrol kirin.

Li Tirkiyê di mehên havînê de li gelek parêzgehan agir bi daristanan ket û zerareke mezin a canî û madî çêbû. Lê agirê daristanên herêmên kurdî yên Tirkiyê ji ber sedemên ewlekariyê gelek caran nayên vemirandin û ev jî zerareke zêde digihîne daristanan.

Serepeyv