Îlon 17, 2021 09:29 Asia/Tehran
  • Amerîkayê ceza li ser 5 alîgirên El-Qaîde birî ku 3 ji wan ji Tirkiyê ne

Wezareta Gencîneya Amerîkayê ceza li 5 kesên ku têkiliyên wan bi rêxistina El-Qaîde re hene birî ku 3 ji wan Tirk in.

Wezareta Gencîneya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê fermî dateyên biryara nû parve kir û tê de diyar kir ku ceza li 5 kesên alîgirên El-Qaîde birîne ku li Tirkiyê dixebitin. Vê Wezareta amerîkî da zanîn ku ev kes gelek xizmeta diravî û hêsankirina rêwîstiya pêşkêş El-Qaîde dikirin.

Gerînendeyê Nivîsgeha Çavdêriya Kar û Barên Biyaniyan Andreas da zanîn ku ev  wezaret dê xebata bi şirîkên xwe re berdewam bike, da ku torên piştgiriya madî didin rêxisitna El-Qaîdê teşhîr bike û torên destekdayîna diravî ya ji bo rêxistina El-Qaîde bide sekiandin."