Tebax 11, 2021 12:09 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyê 124 kesên din bi vîrûsa Koronayê mirin

Li Tirkiyê di 24 demjimêrên bihorî de 26 hezar û 597 kes bi vîrusa KOVÎD-19 ketin û 124 kesan jî canê xwe ji dest da.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê, êvara Sêşemê 10ê Tebaxê amarên nû yên taybet bi vîrusa Koronayê belav kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê, di nava şev û rojekê de li Tirkiyê 264 hezar û 647 pişkinînên KOVÎD-19 hatine kirin ku encamên 26 hezar û 597 pişkinînan pozîtîv bûne.

Herwiha di 24 demjimêrên dawî de, li Tirkiyê 124 kes ji pêketiyên KOVÎD-19ê canê xwe ji dest daye. Ji duh ve heta îro jî 14 hezar û 954 nexweşên Koronayê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê, hejmara kesên ku heta niha dozên yekem, duyem û sêyem ên vaksîna KOVÎD-19 wergirtine, bo 79 milyon û 14 hezar û 674 kesan bilind bûye.

Tevî bilindbûna rêjeya vaksînlêdanê, lê belê hêj 9 parêzgehên kurdnişîn di rêzên dawî yên wergirtina vaksînê de ne, ku ew parêzgeh ev in: Riha, Mêrdin, Bedlîs, Amed, Mûş, Êlih, Çewîg, Sêrt û Îdir.

Serepeyv