Rapirsî: %60 xelkê Tirkiyê ji rewşa welatê xwe ne razî ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i328030-rapirsî_60_xelkê_tirkiyê_ji_rewşa_welatê_xwe_ne_razî_ne
Li gorî encamên rapirsiyekê, nêzîkî %60 xelkê Tirkiyê ji rewşa welatê xwe ne razî ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 04, 2021 04:33 Asia/Tehran
  • Rapirsî: %60 xelkê Tirkiyê ji rewşa welatê xwe ne razî ne

Li gorî encamên rapirsiyekê, nêzîkî %60 xelkê Tirkiyê ji rewşa welatê xwe ne razî ne.

Kompanya Rapirsiyê ya MetroPollê encamên lêkolîna xwe ya meha Hezîranê taybet bi rewşa Tirkiyê belav kir.

Li gorî encamên han, ku ji aliyê serokê wê kompaniyê Ozer Sancar ve hatine belavkirin, tenê ji sedî 27ê welatiyên Tirkiyê ji rewşa niha ya welatê xwe razî ne û li beramber vê ji sedî 59,4ê welatiyan jî ne razî ne.

Di rapirsiyê de hatiye pirsîn “Eger em bi awayekî giştî bifikirin, Tirkiye ber bi başiyê ve diçe yan ber bi xirabiyê ve?"

Bersiv  wiha ne:

Ber bi başiyê diçe: %27,4

Ber bi xirabiyê ve diçe: %59,4

Ne ber bi başiyê ne jî xirabiyê ve diçe: %10,7

Ti fikrek an bersivek min nîne: %2,5