Wesyet dikim gora min li ser riya kurdan daynin, daku dema jê derba dibin, tif li gora min bikin
Wesyetê dikim gora min li ser rêya Kurdan daynin, daku her Kurdek di wê rêyê re here, tif li gora min bike. Gelo eva gotina kê ye û ji kengê ve di nav kurdan de bûye mesel. Ji bo ku hûn jî bizanin baş e guh bidin ser serbihûriya Hesen Xeyrî nûnerê Dêrsimê li parlemana Tirkiyê di dema Ataturk de.
Hesen Xeyrî di salên 1920’an de li parlementa Tirkiyê yek ji parlementerên Dersimê bû. Di sala 1923’an de di dema danûstandinên Tirkiye û Ewropayê yên ji bo îmzekirina peymana Lozanê de, berpirsên dewleta Tirk rastî astengiyên welatên Ewropayê hatin. Rayedarên Ewropî razî nebûn ku peymanê îmze bikin û gotin, li rojhilatê Tirkiyê Kurd jî hene. Ger me lihevkirin îmze kir wê çi bi serê Kurdan were?
Rayedarên Tirk jî di beramber de ji Ewropiyan re dibêjin, Tirkiye ne tenê welatê Tirkan e, welatê Tirk û Kurdan e. Her du gelan biryar dane bi hevre bijîn. Lê rayedarên Ewropî bawerî bi van gotinên rayedarên Tirk neanîn.
Serokê şanda Tirkiyê Îsmet Paşa hewara xwe digihîne Kemal Ataturk û jê re dibêje, ger wisadeverên kurdî cida bibin. Pêwîst e karek wisan were kirin ku em bi Ewropiyan bidin bawerkirin ku Kurd û Tirk wê bihevre bijîn.
Mistefa Kemal Ataturk bangî Hesen Xeyrî dike û daxwaz jê dike ew cilûbergên Kurdî li xwe bike û bihevre herin parlementa Tirkiyê. Da ku rojnamevan û şandên welatên din bibêjin ku hikûmeta Tirkiyê gelê Kurd, cilûbergên wan, ziman û çanda wan pejirandiye.
Çend carek hevjîna Hesen Xeyrî jê dixwaze ku wê yekê neke û xiyanetê li gelê xwe neke, lê Hesen Xeyrî guh nadê û çend carek bi cilên Kurdî ve diçe parlementê û dibêje Kurd naxwazin ji Tirkiyê cûda bibin.
Piştre Ataturk daxwaz ji Hesen Xeyrî dike ku telegrafek bi heman awayî ji Lozanê re bişîne. Hesen Xeyrî jî telegrafek dişîne, rayedarên Ewropî jî li gorî wê telegrafê îmze davêjin binê lihevkirina Lozanê. Bi vê yekê jî xewna cidabûna deverên kurdî ji Tirkiyê ji holê dirabe.
Piştî peymana Lozanê hate îmzekirin, bi fermana Ataturk Hesen Xeyrî tê binçavkirin û dişînin dadgeha Îstiqlalê. Li dadgehê Hesen Xeyrî bi cûdaxwaziyê û liberkirina cilûbergên Kurdî tê tawanbarkirin.
Her çiqas Hesen Xeyrî dibêje, min ev kara ji bo pêşîlêgirtina cibûna erdên Kurdan kir û telegraf ji Lozanê re şand, peymana Sêvrê hilweşand. Lê dadgeh jê re dibêje, em dizanin te rê li cudabûna erdên kurdî girt, lê liberkirina cilûbergên Kurdî di nava parlementê de dervey desturê ye.
Ji ber vê yekê dadgeh cezayê bidarvekirinê li Hesen Xeyrî birî. Piştî ku Hesen Xeyrî dibin ber darê bidarvekirinê jêre dibêjin gotina xwe ya dawiyê bike. Hesen Xeyrî dibêje; “Wesyetê dikim gora min li ser riya Kurdan daynin, daku her Kurdek di wê riyê re here, tif li gora min bike.”