Tîrmeh 11, 2021 11:14 Asia/Tehran
  • ji ber wergeryana mînîbûsa koçberan li Wan 12 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn

Li bajarê kurdî yê Wan li başûrê rojhilatê Tirkiyê di encama bûyereke hatûçûnê de 12 koçberan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

Şeva derbasbûyî li nêzikî gundê Yumakli ê ser bi navçeya Bêgir a Wanê ve, mînîbûsa ku koçberên neyasayî tê de bûn, ji rê derket û wergeriya.

Piştî ku ew mînîbûs ji rê derket û wergeriya, şewat jî tê de derket û li gor zanyariyan di encama bûyerê de 6 kesan ji ber şewatê, bi giştî 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Herwiha di encama bûyerê de 20 koçber jî birîndar bûn û ew kes jî birin nexweşxanên navçên Bêgir û Erdîşê.

Fermandarê Cendirme li Wanê Yuksel Yîgît, Qaymeqamê Bêgirê Erkan Savar û Fermandarê Cendirme li Bêgirê Evren Kaptan jî gihiştin cihê bûyerê û zanyarî wegertin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.

Ev bûyer di demekê de ye ku hejmareke zêde ya koçberên ji welatên wek Efxanistan, Pakistan û welatên din, berê xwe didin Wanê bo ku derbasî deverên din ên Tirkiyê bibin.

Her ji ber vê sedemê heta niha ji ber bûyerên ciwayaz bi dehan koçberan li sînorîn parêzgaha Wanê jiyana xwe ji dest dane

Serepeyv