Hezîran 11, 2021 10:00 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyê 96 kes bi Koronayê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 408 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 96 kes jî bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 223 hezar û 320 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 6 hezar û 408 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 96 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 6 hezar û 895 nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 313 hezar û 98 kesan û 48 hezar û 524 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 5 milyon û 186 hezar û 728 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 56 milyon û 123 hezar û 336 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.

Serepeyv