Hezîran 10, 2021 20:34 Asia/Tehran
  • 15 parlamenterên AKPê daxwaz dikin Soylu dest ji kar berde

15 parlamenterên AKPê daxwaz dikin Suleyman Soylu dest ji kar berde û lêkolîneke berfireh bê destpêkirin.

Karvedanên gotin û îtîrafên mafyager Sedat Peker li ser peywendiyên dewlet û mafyayê li navxweya Tirkiyê berdewam in.

Serokê grûpa mafyayê ya Tirkiyê Sedat Peker heta niha 9 peyamên vîdyoyî belav kirine ku tê de behsa peywendiyên hejmareke berpirsên hikûmeta Tirkiyê yên li gel mafyayê û tora bazirganiya maddeyên hişbir dike.

Sedat Peker di vîdyoyên xwe de behsa Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dike û di yek ji wan vîdyoyayan de dibêje, Soylu bo wî pasewan dabîn kirine.

Serokomarê Tirkiyê û Serokê AKPê Receb Teyib Erdogan jî piştî heyameke dirêj a bêdengiyê li ser vê mijarê, piştevaniya xwe ji Soylu re ragihandibû û AKPê jî rê li ber avakirina komîsyonekê di bin sîvana parlamentê de girtibû ku lêkolînên li ser gotinên Peker bike.

Lê Suleyman Soylu di du bernamên televîzyonî de têkildarî vê mijarê berpirsên hikûmetê yên berî xwe sûcdar kiribûn û gotibû, siyasetmedarek 10 hezar dolaran ji Sedat Peker werdigire.

Li gor zanyariyan ew gotinên Soylu di nava AKPê de bûye sedema nîqaşê û derdora 15 parlamenterên AKPê li ser helwest û gotinên Soylu nerazîbûna xwe gihandin navenda giştî ya wê partiyê.

Di nava wan 15 parlamenterên AKPê de kesên ku berê rêveberên ewlekariyê bûn jî hene û piştî nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî Soylu, daxwaz kirine ku li ser vê mijarê li gel Erdogan jî hevdîtinekê pêk bînin.

Serepeyv