7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê Şaredariya Îdirê hat birîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i326609-7_sal_û_6_meh_cezayê_girtîgehê_li_hevserokê_Şaredariya_Îdirê_hat_birîn
Ji bo Hevserokê Şaredariya bajarê Îdirê li Tirkiyê Yaşar Akkûş ê ku hikûmeta AKP-MHPê peywira wî desteser kir û qeyyûm li şûna wî danîbû, 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 27, 2021 05:12 Asia/Tehran
  • 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê Şaredariya Îdirê hat birîn

Ji bo Hevserokê Şaredariya bajarê Îdirê li Tirkiyê Yaşar Akkûş ê ku hikûmeta AKP-MHPê peywira wî desteser kir û qeyyûm li şûna wî danîbû, 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîn.

Li Hevserokê Şaredariya Îdirê Yaşar Akkûş ê ku peywira wî hatibû desteserkirin û qeyyûm li şûna wî hatibû wezîfedarkirin doz hatibû vekirin. Rûniştina 8’emîn a dozê duh li Dadgeha Cezayê Giran a 2’emîn a Îdirê hate lidarxistin.

Hevşaredar Akkûş bi rêya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Tîpa H a Erziromê tevlî rûniştina dozê bû.

Derbarê Hevşaredar Akkûş bi sedema beyanên şahidên veşartî û çalakiyên wî yên siyasî bi îddîaya ‘endamê rêxistinê ye’ 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.