Zêdebûna jimara pêketî û miriyên Koronayê li Tirkiyê
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 37 hezar û 674 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 339 kes jî bi Koronayê mirine.
Roja pêncşemê 29.04.2021ê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 saetên dawiyê aşkere kir.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 saetên derbasbûyî de 278 hezar û 108 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 37 hezar û 674 ji wan pozîtîv bûye.
Di heyama 24 saetên dawîn de 339 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 43 hezar û 253 nexweşên Koronayê jî di nava 24 saetên derbasbûyî de baş bûne.
Heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 4 milyon û 788 hezar û 700 kesan û 39 hezar û 737 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 4 milyon û 255 hezar û 714 kes jî ji vîrusê baş bûne.