Li Tirkiyê 288 kesên din bi Koronayê mirine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i325675-li_tirkiyê_288_kesên_din_bi_koronayê_mirine
Li Tirkiyê di heyama 24 saetên dawîn de 62 hezar û 606 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 288 kes jî bi Koronayê mirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 18, 2021 05:13 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 288 kesên din bi Koronayê mirine

Li Tirkiyê di heyama 24 saetên dawîn de 62 hezar û 606 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 288 kes jî bi Koronayê mirine.

Duh şemiyê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 saetên dawiyê aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 saetên derbasbûyî de 319 hezar û 316 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine kirin ku encamên 62 hezar û 606 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji pêr  heta şeva borî 288 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 52 hezar û 184 nexweşên Coronayê jî di nava 24 saetên dawiyê ya roja borî de baş bûne.

Herwiha heta niha li Tirkiyê 4 milyon û 212 hezar û 645 kes bi Koronayê ketine û 35 hezar û 608 kesan jî  bi Koronayê mirine, herwiha heta niha 3 milyon û 643 hezar û 734 kes jî ji vîrusê baş bûne.